Загрузка страницы

DENGBÊJ (OZAN) BEŞA 236

DENGBÊJ (OZAN) BEŞA 236

Bernameya Dengbêj (Ozan) bernameyeke TRT Kurdî’yê ye û bi çand û kevneşopiya Mûzîka Kurdî tê ser ekranê.
Her hefte roja Şemiyê di saet 20:15an de tê ser ekranê.
Di her beşê de ji herêmê bi beşdariya dengêjan klamên kevnera, gelemperî û yên nû yên Kurdî tên gotin.
Bernameya Dengbêj di nav xwe de, çand û kelepora bi sedan salî, çîrok û nêrîtiyên serborî, evîn û destanên dîrokî dihewîne ku di muzîka Kurdî de gelekî giring in.
Dengbêj vegotina destanên hezar salî ye. Ji Tirkiye, Bakurê Iraqê, Rojava, Rojhilat û ji bajarên Ewropayê gelek kes beşdarî bernameya Dengbêj dibin.
Ew kedkarên ku li ser dengbêjiyê kar û xebatan dikin jî wek mêvan tên gazîkirin. Li gor daneyên temaşekirinê bernameya Denbgêj ji xeynî bajarên Rojhilat û Başûrê Rojhilat li metropolên Tirkiyeyê jî gelekî tê temaşekirin.

Herwiha bername li welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê jî ji aliyê gelek kesan ve tê temaşekirin.
Mêvanên vê beşê bi pêşkêşvaniya dengbêj Metin Barlık, Servet Devran, Mihemedê Agirî, Alişan, Önder û Yakup Yazıcı bûn.

Видео DENGBÊJ (OZAN) BEŞA 236 канала TRT Kurdi
Показать
Комментарии отсутствуют
Введите заголовок:

Введите адрес ссылки:

Введите адрес видео с YouTube:

Зарегистрируйтесь или войдите с
Информация о видео
18 марта 2018 г. 17:36:28
02:55:18
Яндекс.Метрика