Загрузка страницы

Radyoya Ria taza sersala we ya nû bi dil û can pîroz dike!

Guhdarên eziz! Ma cend saet û sala 2017 we dergê me hemya veke. Çend saetan şûnda , dîroka mirovahîyê di keve nava sala nû. Di piranîya welatên Cîhanê, bi germî ve pêşwazîyê li sersala nû ya zayinî dikin. Gelek xelqên welatên Cihanê, peykarên ayînên cuda jî bi Xirîstîyanan re vê cejnê pîroz dikn. Sala 2016an jî bû rupêleke dîrokê. Her car dema sal ser hev de te, em dibêjin oxir be ji te re sala kemin, niha jî em oxira xêrê sala cûyî re dixwezin û bi guman sala 2017 dinhêrin.

Guhdarên delal, cend saetan şûnda eme pêl li sala nû bikin, werin em xem û fikirên xwe ye giran tesmili sala cûyi bikin û bi vê weşana xwe ye isaline dawyê ve bi eşq û kilam, bi helbest û şêran emê bibin mevane we. Muxudarya cend deqeyan emê jî tevî eşq û şaya we bin, derheqa xêr û qencyê nû bifikirin, noqoyî li dinya mûzîkê, sitran û poêzîyae bin. Werin em bi beşer xweş rastî sala 2017 an bên!

Di vê bernameyê de xebatkarên malpera Ria taza: Yura Nabîyêv, Têmure Xelîl, Maruf Aslanov, Azîzê Jelalî û Salihê Kevirbirî pîrozbahîyên sala nû jibo xwendevan û radyoguhdarên xwe bi rêya têlêfone ji Moskovê, Stohkolmê, Stembûlê, Tbîlîsî, Respûblîka Adîgêye Aûtonomîyê ya Rûsya Fêdêralîyê dişînin.

Xuşk û birayê delal, bila sala 2017 an ji bo we hemya bibe sala bextewaryê û serketinê mezin. Bila sala nû bibe sala serxwebûna Kurdistanê û sala tifaqê û pêşketina nirxên netewî ji bo hemû Kurd û Kurdistanîyan. Bila sala nû we re aşityê û xweşbextyê bîne.

Fermo, guhdarya bernameya pêşkêşî pîrozkirina sersala nû, sala 2017 an bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkîye.

Видео Radyoya Ria taza sersala we ya nû bi dil û can pîroz dike! канала Riataza Курдистан
Показать
Комментарии отсутствуют
Введите заголовок:

Введите адрес ссылки:

Введите адрес видео с YouTube:

Зарегистрируйтесь или войдите с
Информация о видео
31 декабря 2016 г. 14:42:24
00:36:38
Яндекс.Метрика