Загрузка страницы

Hevpeyvîn bi Serokê FNDK (ya welatên Sovyêta berê) akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoêv re

Guhdarên hêja, meha hezîranê di jiyana kurdên diasporayê ya Sovêta berê de bi buyarên diroki, têr u tije va dagirtî bu. Di navbera 15 û 24ê hezîranê de ”Koma Kurmancî”yê civîna xwe ya 64an li bajarê Almaataya Qazaxistanê pêk anî. Beşdarên civînê ev kes bun: Mistefa Aydogan (Mêrdîn), Têmûrê Xelîl (Rewan), Reşo Zîlan (Agirî), Ziya Avci (Wan), Zinar Soran (Dêrik), Hemîd Kilicaslan (Mêrdîn), Mehmûd Lewendî (Qerejdax), Emîn Narozî (Batman), Eyub Kiran (Sêwrek), Umîdê Mistefayê Celalî (Bazîd). Koma Kurmancî ji grupek zimanzan û rewşenbîrên kurd ji deverên cihê yên Kurdistanê û dervayî welêt pêk tê. Kar û xebata Kurmancîyê li ser van mijaran bu: berhevkirina devokan, zelalkrina bingehên rastnivîsîna ziman, çêkirin û sazkirina peyvên nû û ya ji hemîyê giringtir jî pêşîgirtina lawazbûn û wundabûna kurmancîyê ye.

Видео Hevpeyvîn bi Serokê FNDK (ya welatên Sovyêta berê) akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoêv re канала Riataza Курдистан
Показать
Комментарии отсутствуют
Введите заголовок:

Введите адрес ссылки:

Введите адрес видео с YouTube:

Зарегистрируйтесь или войдите с
Информация о видео
4 июля 2019 г. 0:32:42
00:40:29
Яндекс.Метрика