BIRAZÊYA ÎBRAHÎM HESKÎ TÊLÎ (Türkçe Altyazılı) | SERPÊHATÎ
Keremke Bibe ABONE : https://www.youtube.com/arahmangok/featured?sub_confirmation=1
HEWARA BIRAZÊYA BIRAHÎM HESKÎ ZEYNEBA GILÎ DAXÎ
TÜRKÇE ALTYAZILI
Li Kurdistanê gelek bûyer û serpêhatiyên nehatine ronîkirin û aşkerakirin hene. Yek ji van jî serpêhatiya birazêya Biroyê Heskî Têlî Zeyneb Ozkan e. Dayika Zeyneb serpêhatiya xwe vegot û banga yekitiyê li gelê kurd kir.
Biroyê Heskî Têlî ango Birahîm Paşayê pêşawa, Heskîzade Birahîm... Tê gotin ku di 25'ê tirmeha 1931'ê de li rojhilatê Kurdistanê li Kaniya Reş ligel birayê xwe Eyup Paşa û Ferzende Beg hatiye kuştin. Birahîm kurê Heskî û Têlî ye. Ji ber vê yekê hem bi navê dayika xwe hem bi navê bavê xwe tê nasîn. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li dijî Rûsan têdikoşe û piştî şer li Bazidê bi cih dibe. Tê gotin ku dema Serhildana Şêx Seîd Biroyê Heskî Têlî jî tevlî dibe. Bi têkçûna serhildanê re Biro li Çiyayê Agiriyê bi cih dibe û Êlên Hesenan û Celaliyan ji bo serhildana nû bi rêxistin dike. Yekemîn serhildana Agirî ku di navbera 16'ê gulanê û 17'yê hezîrana 1926'an de pêk tê li dar dixe. Di 28'ê cotmeha 1927'an de bi alîkariya Rêxistina Xoybunê serhildaneke nû dest pê dike. Xoybun Îhsan Nûrî Paşa ji bo alîkariyê dişîne cem Biro. Komara Agirî dadimezirînin û Birahîm Heskî Têlî dibe Serokwezîr. Lawên Biro Emer, Dawud, Êlhamî û birayên wî Ehmed û Eyup jî di nava şervanan de ne. Şerên giran rû didin dewlet bi balefiran bombe û mixan li ser şervan û êlên wan direşîne û di encama vî şerê giran de dayika Biro Heskî Têlî Xanima Agirî, bira, zarok û xizmên wî jiyana xwe ji dest didin. Biro ligel birayê xwe Eyup xwe dispêre Rojhilat û yên li paş dimînin jî sirgûnî Burdur, Denîzlî û Entalya tên kirin.
Şahida Gilî Daxî Zeyneba keça Eyup Axa
Zeyneba keça Eyup Axa (Zeynep Ozkan) ku di dema Serhildana Gilî Daxî (Agirî) de 10 salî bûye û hê jî dijî dema behsa serpêhatiya xwe dike bê hemdê xwe rondikan dibarîne. Ev dayika ku gelek êş û azar kişandiye gelek bûyerên wê demê wek îro bibin vedibêje. Tiştê balkêş jî ew e ku piştî Dayika Zeyneb ligel malbata xwe ji Agirî sirgûnî Burdur dikin demekê, ji Erdîşê ji Geliyê Zîlan jî bi qasî 50-60 kesî tînin heman gundî. Zeyneba Agirî û Dînoyê Geliyê Zîlan li vir dizewicin. Her dû jî bi meselokên qirkirinê mezin, kal û pîr dibin. Dîno piştî sirgûniyê li Erdîşê diçe ser dîlowaniya xwe; lê dayika Zeynep di nasnameyê de ji dayikbûna wê 1921 e lê tê gotin ku nêzî 100 sal kiriye hê jî li ser piya ye....
http://azadiyawelat.biz/?p=1197
http://www.hawarnews.com/kurdi/index.php?option=com_content&view=article&id=9378:hewara-biraziya-birahim-heski-teli-zeyneba-gilidaxi&catid=34:nuce&Itemid=53
#serpehati #ibrahimheskiteli #serhildanaagiri #komaraagiri #zeynebagilidaxi #biraziyaibrahimheskiteli #ferzendebeg #eyubpaşa #çiyayeagiri #serpehati
Видео BIRAZÊYA ÎBRAHÎM HESKÎ TÊLÎ (Türkçe Altyazılı) | SERPÊHATÎ канала A. Rahman Gök

Показать
Комментарии отсутствуют
Информация о видео
Другие видео канала
Bîranînên Geliyê Zîlla - Zilan Deresi Anıları - 1930Wesyeta Ferzende BegêCibranlı Halit Beyin Torunu, Ağrı İsyanlarını AnlatıyorSilêmanê DengizîBelgesel tadında Ağrı 1. bölüm - Burcu ile Çetin YollarBaran - holim namo. Çorum kürtleri kurdon çorumeZilan tarihi (1930) tahir nasAğrı Direnişi’nden Kalan MektuplarAğrı İsyanlarındaki Bazı Şahsiyetler 1Tarihin Peşinde 1 - Ayşe Hür Konuk: Sebla Arcan 19 Nisan 2020Kurdname / Rûpelek ji dîrokê - Biroyê Hesikê TêlîKemal Suphandag / Dîroknas - SîyasetmedarBirinci Dünya Savaşında Kürt Aşiret AlaylarıHecî Elkerîm - Bavê Kemal Siwarê CerdêSimkoÇİFTLİK KÖYÜ DÜĞÜNÜ DOĞUBAYAZIT(sona doğru düğün dahada güzelleşiyor)Dersim 1938 Katliamı ,Mazgirt tanığı Hasan Erdoğan (1)Zilan Deresinde Yaşananların Tanığı H.Tahir Nasİhsan - TeliZorekekî kurdê êzidî li dijî DAIŞê şer dike