Загрузка страницы

Ji bo Diya min

Deng: Cîhan Helinc
Tenbûr: Mehmûd Bavê Egîd
Li ser Diya min a pîr FATIMA Hec Sewoo🥀🥲❤️
Rêzan , 22 Adarê 1993

Min dipirsî ji Teyr û Tilûr
ma we nedît ew Daya min
ew him Dil û Cigera min
ew him roniya çavên min
min bihîst bû ew nexweş bû
bi hêstirê çavan û dilşikestî
min dilorand li ser Daya pîr
bi Qol û Qanad, bask jikestî
dipirsîm ez ji Teyr û Tilûr
ji Dar û Gul, Çem û Bilbil
ji Çiya û Kaş, Feyd û Kevir
li ser Daya xwe ya wek Gul
wana tev min hêstir barand
pêt û agir danîn ser Dil
hemî man lal negotin min
li ser rewşa Daya wek gul.

Видео Ji bo Diya min канала Rézan MA
Показать
Комментарии отсутствуют
Введите заголовок:

Введите адрес ссылки:

Введите адрес видео с YouTube:

Зарегистрируйтесь или войдите с
Информация о видео
20 июля 2023 г. 0:22:49
00:03:52
Яндекс.Метрика