Загрузка страницы

Mem ARARAT - Xaçirek

XAÇIRÊK

Evîn xaçirêkek tenge li Botan
Keziyeke, difire li vî wara
Dile min bû kevokeke li Gabarê
Xwezî zimanê rê heba û bigota
Kî û kê pişta xwe sipart van zinara
Ev evîn wê min jî bibe goristanê

Konê penaberiyê li pişta min û te heval
Ew rêça li ser berfê ya karxezaleke lal
Dikale li pey dayîkê,dayîk li kolanê bê can
Dayîk êdî çiya ye , çiyayê bi dar.

Ew rêça ku dirêj dibe li Nisêbînê
Tasek ava sipî vexwar ji dil û can
Xwedê zane ev ewr ew ê bi ser me de bigirî
Xwezî basikê min heba û biçûma
Min deste xwe dirêj kira heta tavê
Çi bikim xwîn gihiştiye pelê gulê.

Gotin û Muzîk: Mem Ararat

Dostên delal em vê hefteyê bi strana bi navê 'Xaçirêk' li pêşberî we ne. Min ev stran di şevek sar ya sibata 2017 an de nivîsand. Dema fikra tomarkirina albuma Niştiman derket holê min xwest bibe perçeyekî vê albumê. Dostên delal, dema mirov li pişt xwe dinêre dibe kû rabirdû bi qasî şevek zivistanê jî dirêj xuya neke,lê belê şevek zivistanê jî dibe kû bi qasî emrekî dirêj xuya bike. Hin stran hene kurtejiyanek in bi serê xwe. Daxwaza me ew e kû piştî zivistanên me biharên me jî hebîn
Ez bi hêvî me em serê we neêşînin.

Ji ber kû bi keda xwe hêz dane me, ez ji hevalên xwe yên muzîkjen Yasin Türk,Ali Sinanoğlu,Mesut Yücel û Nîhad jemsheer re spas dikim. Herweha ji bo kû bi hemû îmkanên xwe li ba min cîh digire,ku ev video jî fikr û keda wê ye, ji keça delal Roza Serhad re spas dikim. Herwisa dixwazim bi taybetî jî ji Kak Nîhad Jemsheer û Mesût Yücel re spasiyên xwe bêjim,lewma ev album bi saya keda wan gihîşt vê astê.
Her bextewar bimînin,bi stranan re bimînin. silav û rêz û hezkirin bo hemû dost û heval û guhdaran.

Bilûr : Yasin Türk
Gîtara klasîk : Ali Sinanoglu
Perkusyon,Edit,Bass : Mesut Yücel
Mix-Mastering : Nîhad Jemsheer
Tembûr ,Vokal, Aranje : Mem Ararat
My Studio /Qoser
Grafik Tasarım : Robin Lionn
https://itunes.apple.com/tr/album/xewna-bajarek%C3%AE/1413995218?l=tr

https://open.spotify.com/album/0J8dt8FzCBXpErfxpyNdV7

https://www.memararat.org

https://twitter.com/araratmemm

https://www.facebook.com/araratmemm

https://www.instagram.com/memararat__official
https://www.youtube.com/c/MemArarat

Видео Mem ARARAT - Xaçirek канала Mem Ararat
Показать
Комментарии отсутствуют
Введите заголовок:

Введите адрес ссылки:

Введите адрес видео с YouTube:

Зарегистрируйтесь или войдите с
Информация о видео
13 января 2019 г. 13:43:12
00:05:02
Яндекс.Метрика