Загрузка страницы

Yek ji hêjatirîn mêrxasê gelê me

Radyoya Ria taza bernameya xwe ya derheqa Cangîr axa, ku yek ji hêjatirîn mêrxasê êzdîyayî hemû dewranan e, pêşkêşî we dike. Salên Cenga Cihanê yê Yekemîn, êzdîyên bin desthilata Împêratorîya Rûsîyayê de bê çek û sîlih bûn û nikaribûn xwe ji artêşa tirkan biparêzin. Lê êla Zuqurîyan ku li devera Wanê dima, çek û sîlihên wan hebûn û wê êlê bi berxwedaneke mêranî, bi serokatîya Cangîr axa gihîştine Ermenistana îroyîn. Cangîr axa bi 700 sîyarê xwe ve roleke mezin lîst ji bo parastina Komara Eremenistanê. Emekê Cangir axa bêhed bû bona temamîya milet, di wan salên oxirmên giran da ewî nêta Roma reş baş pê dizanî û milet ji qetila tirkan xilas kir, serê xwe da ji bona wê rihînê, nehîşt ku pêşîyên me dînê xwe bidin dîndarê û ji sala 1914 destpêkirî gele êl û eşîrên êzdîxanê bi çiya û banîyan ra derbazî sînorê walatê Rûsyayê kir.

Pir e emekê Cangîr axa wisa jî berbi miletê ermenîyan. Sala 1918 çaxê şerê Serdarapatê qewimî di wî şerê giran de ewledê miletê me bi mêrkîmî pişta cimaeta ermenîya sekinî û serê xwe danîn li şerê ziyaretî dijî dijminê kal û bavan - Roma Reş, piştî belavbûna pêşenîya şerê Kafkasyayê Cangîr axa, gorî melûmetîyên dîrokî, bi eskerên xwe ve tevî hêzên ermenîyan himberî 10 000 syarîyên Roma Reş şer dikin. Pey wan bûyaran ra Cangîr axa tevî leşkerên Ermenîstanê dibin yek û bi seroketîya Andranîk Paşa tevî şerê Serdarapatê û Başaparanê dibin, riya artêşa tirk digirin û nahêlin Rewan were dagirkirin. Cangîr axa bi şerê xwe yê canfîdan ve dijî Romê navekî mezin dest anî. Guhdarên ezîz, kerem bikin guhdarîya serpêhatîya mêrxas û lehengê êzdîyayî bi nav û deng Cangîr axa û herwiha bîranîna xarzîyê axê Mirazê Lûkan bikin. Di bernameyê de çend kilam û awazên dengbêjê gelêrî li ser Cangîr axa yê sêwirandî têne pêşkêş kirin. Amedekar û revebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye. Guhdarî xweş gelî rêzdaran.

Видео Yek ji hêjatirîn mêrxasê gelê me канала Riataza Курдистан
Показать
Комментарии отсутствуют
Введите заголовок:

Введите адрес ссылки:

Введите адрес видео с YouTube:

Зарегистрируйтесь или войдите с
Информация о видео
12 ноября 2015 г. 1:55:58
00:46:41
Яндекс.Метрика